Qeza li ser rêya Nîxde-Qayserîyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber rêya şemitok mîdîbusa gerê qeza kir. Di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da û 27 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)