Berdevkê HAMASê yê li Qudsê Muhammed Hammade derbarê mijarê de destnîşan kir, ev yek ji ber êrîşa ku li Cenînê hat kirin wek bersiv hatiye kirin û gelek tabiî ye. Hammade dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ew ê gelê me xwîna şehîdan ji bîr neke û ew ê heyfa wan di wextekî minasib û li cihekî guncav bê girtin.”

Komîsyona Birêxistîbûn û Seferberîyê yê Harekata Fetîhê jî derbarê mijarê de destnîşan kir: “Gelê me yê Filistînîmê ne aciz e. Rejîma îşxalker sedema van bûyerên ku rû dide ye.”

Siyonistên îşxalker berî vê çend rojan êrîş biribûn li ser Kampa Penaberan a Cenînê û 9 Filistînîyan şehîd kiribûn û 15 Filistînîyan jî birîndar kiribûn. Tê diyarkirin çalakîyên ku tên lidarxistin bersiva van êrîşên îşxalkaran in.(ÎLKHA)