Qeza li navçeya Melîkgazîyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin serwîsa ku karkeran dibir fabrîkayekê ji ber ku rê şemitok bûbû qeza kir. Di encama qezayê de 22 kes birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)