Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Derve ya Emîrtîya Îslamê ya Efxanistanê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de wisa hat gotin: “Em wek Emîrtîya Îslamê ya Efxanistanê wan êrîşên ku tê de 9 kes hatin şehîdkirin û bi dehan însan birîndar bûn, bi tundî şermezar dikin. Ji bo wan şehîdan ji Xwedê efû û mexfîretê û ji bo birîndaran jî şifa teleb dikin. Em bang li temamê welatên cîhanê dikin da ku li dijî rejîma îşxalker dengê xwe bilind bikin û mafên însanî û Îslamî yên Filistînîyan muhafeze bikin.”(ÎLKHA)