Siyonîstên îşxalker di bin parastina polêsên qaşo de tûrên provokatîf û ayînên Telmûdê li dar xistin. Rejîma îşxalker a ku dixwaze Mescîda Eqsayê di navbera Misliman û Cihûyan de bike du parçe û Mescîda Eqsayê bike warê cihûtiyê, di dema êrîşa li ser Mescida Eqsayê de dagirkerên cihû ji bo bicihanîna planên wan diparêze. Dagirkerên xasib ji sala 2003’an û vir ve bi polîsên qaşo  dikevin mabeda pîroz. Îdareya Weqfên Îslamî ya Qudsê van teşebûûsan wek "serdegirtinê" bi nav dike, ku tê de serweriya misilmanan tê binpêkirin. (ÎLKHA)