Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di êrîşên li ser Cenîn û kampa penaberan de 9 Filistînî ku di nav wan de pîrek jî hebû hatin kuştin û 16 kesên din jî birîndar bûn.

Rewşa kampa penaberan gelek giran e û tîmên ambulansê nekarîne xwe bigihînin hinek ji qurbaniyan.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku leşkerên siyonîst avêtine ser nexweşxaneya hikûmetê ya Cenînê û gaza rondikrêj avêtin beşa zarokan. gelek zarok ji dûmana gaza rondikrêj mexdûr bûne.

Ji aliyê xwe ve wezîrê tendirustîyê got ku wî daxwaza civîneke bilez li gel Xaça Sor û Rêxistina Tendirustiya Cîhanî bo rawestandina destdirêjiyên rêjîma dagîrker kir.

Her wiha bang li civaka navneteweyî û hemû rêxistinên mafên mirovan kir ku demildest mudaxele bikin û zextê li rejîma dagirker bikin da ku kiryarên nijadperestî yên artêşa xwe li bajarê Cenînê rawestîne.

Medyaya Îbranî ragihand ku hêzên taybet ên Rejîma dagirker a Siyonîst ji bo girtina filistîniyên “tê xwestin” êrişî kampa penaberan a Cenînê kirin.

Dema ku Rejîma dagirker a Siyonîst êrişî vê navçê kir, Hêzên Berxwedana Filistînê li vê navçê dest bi berxwedanê kir û şer derket. Welatiyan diyar kirin ku rejîma dagirker nehiştin ambulans derbasî kampê bibin û elektrîka kampê û derdora wê qut kirin.(ÎLKHA)