Bûyer, di seat 08.00an de li gundê Şamîyayê pêk hat. Li gorî îddîayan, yekê ku bi ‘eslê xwe Efxen e hevalekî xwe yê wek wî ku şivantîyê dikir bi kêrê kuşt, dû re jî xwedîyê malê yê ku bûyerê dît û pîreka wî jî bi tivingê kuşt.

Li ser xeberdayînê ji gund re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin. Ekîbên ku hatin gund cesedên İ.G, Ş.G. û wê kesê ku li cem wan şivantîyê dikir dîtin.

Piştî otposîyê cesedan bi ambûlansan rakirin mêrga Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Agirîyê.

Cenderme ji bona Efxenîyê ku revîyaye biqefêle xebat da destpêkirin. (ÎLKHA)