Êrîş li gundê Makugwe yê wîlayeta Kivuya Bakur pêk hat.

Li gorî medyaya welat herî kêm 23 sivîl ji aliyê çekdarên girêdayî Hevpeymaniya Hêzên Demokratîk (ADF) ve hatine kuştin.

Rayedaran diyar kirin ku çekdaran piştî qetlîamê talan û şewitandinê kirine.

Piştî êrîşê gelek leşker sewqî herêmê hatin kirin.  (ÎLKHA)