Leşkerên Somalîyê endamên El Şebabê kuştin.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Ragihandina Somalîyê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku di encama êrîşa erebeya bi bombe û çekan ku li ber avahîya şaredarîya herêma Hamar-Weyneyê hat kirin de 5 sîvîl canê xwe ji dest dan.

Di daxuyanîyê de hat ragihandin ku di navbera endamên El Şebab û hêzên ewlehîyê de pevçûn derket û 6 êrîşdar jî hatin kuştin.

Hat îfadekirin êrîşdaran ji bona ku hêzên ewlehîyê bi rehetî derbas bibin cilên leşkerî yê aîdê artêşê li xwe kirine. (ÎLKHA)