Rihayîyên ku di nimêja şeveqê de li Mizgefta Dergahê hatin ba hev destnîşan kirin ew ê ti kes û bi ti awayî nikaribûn nûra Quranê bitefînin û ti kes nikaribe  pêşîya dengê Quranê  bigirin.

Rihayî derbarê mijarê de wisa gotin:

Miftîyê Bajêr ê Rihayê  Tolan: Divê me nîşan bidin çawa li Qur’anê xwedî derdikevin.

Serokê Bajêra Rihayê yê HUDA PARê Emîn Ozaslan: Divê welatên Îslamê sefîrên xwe yên li Swêdê bikşînin û têkilîyên xwe pêre qut bikin.

Mela Sînan Unel: Em ê her tim li Quranê xwedî derkevin.Divê welatên Îslamê di vî warî de gavinan bavêjin.

Abdusselam Arslan: Em amade ne ku ji bo Quranê canê xwe feda bikin.

Abdullah Esmer:Cihê kafiran cehennem e. Ew çi bikin jî ew ê nikaribin nûra Xwedê ji holê rakin.(ÎLKHA)