Qeza, li ser Çema Garzanê ya ku li Qubîna Êlihê ye pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, erebeya bi plaqeya 56 AAJ 321 yê ku li ser rêya Êlih-Sêrtê bû, ji ber ku şofêrê erebeyê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir ji rê derket û ji ser pirê ket nav Çema Garzanê.

Di encama qezayê de li gorî diyarîyên ‘ewil A.T. û H.Y. canê xwe ji dest dan û M.N.K. jî giran birîndar bû.

Li ser xeberdayîna mirovan ji cîhê qezayê re gelek ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin. M.N.K. yê ku ji teref ekîbên binê avê yên îtfaîyeyê hat derxistin bi ambûlansê hat rakirin Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehîya Êlihê, kesên ku canê xwe ji dest dane jî ji mêrgê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)