Yapiciogluyê ku li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyand ji bo kesên ku di êrîşê da mirine rehma Xwedê û ji malbatên wan re jî sebir xwest.

Yapicioglu weha got, “Şeva borî li ser rêya Mêrdîn-Nisêbînê ji du malbatên Duhokî 3 jin û 5 kesên bêguneh hatin kuştin. Ji Xweda rehma xwe li birayên me yên di vê êrîşa xiyanetê de canê xwe ji dest dane û ji malbatên wan ên xemgîn re jî sebrê dixwazim. Ez lenet li qatilên wan dikim. Divê di demek herî kin de bûyer bi hemû aliyên xwe bê ronîkirin.” (ÎLKHA)