Walîyê Duhokê Dr.Alî Tatar derbarê êrîşa ku doh li bajarokê Nisêbînê ya parêzgeha Merdînê hat kirin de daxuyaniyek da.

Di encama êrîşê de 4 welatiyên Duhokê canê xwe ji dest dabûn û yek jî birîndar bûbû.

Dr. Alî Tatar sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û weha got, "Aliyên eleqedar ên her du welatan dê ji bo lêkolînkirina bûyerê xebatên hiqûqî bidin destpêkirin.

Doh êvarî li ser rêya Nisêbîn-Mêrdînê di encama êrîşa çekdarî ya li dijî wesayîteke bi plaqeya Dihokê de 4 kes miribûn û kesek jî birîndar bûbû.

Temamiya daxuyaniya Alî Tatar:

“Mixabin şeva borî li bajarê Nisêbînê yê Tirkiyê 5 welatiyên parêzgeha Duhokê bi guleyan hatin kuştin û di encamê de 4 kes ji wan canê xwe ji dest dan û yek ji wan Hacî Ebdullah Rêkanî, hevjîn û keça wî jî di vê bûyera diltezîn de birîndar bûn. Malbata nemir Seyîd Celaleddîn Rêkanî, dayîka Mela Ehmed Rêkanî yek ji qurbaniyan e û Mela Ehmed jî birîndar bûye Em hêviya başbûnê ji mamosta re dixwazin û em radigihînin ku aliyên peywendîdar ên her du welatan dê ji bo lêkolînkirina bûyerê rêkarên yasayî bigrin.” (ÎLKHA)