Rêberê Cemaeta Hîzbullah Edîp Gumuşê bi minasebeta salvegera 23yemîn a şehadeta Huseyîn Velîogluyê rêberê damezrînerê Cemaeta Hîzbullah peyamek belav kir, di peyama xwe de derheqê meseleyên sê mehan, rehetî û ataleta Misilmanan, muhîmtî û fonksîyona mizgeftan, muhîmtîya sazîya malbatê, dîqetkirina bi musîbeta tiryakê re, nîşandayîna rewş û hereketên ku bi Misilmanan dikeve, tesettûr, edeb û heya, Mescîdî Eqsayê de hişyarî û şîretan da.
Gumuş ji peyama xwe re bi ayeta, “Di nav Mu’minan de gelek zilam ên ku di soza xwe ya ku ji Xwedê re dane bi cîh anîtine heye hene. Wa hinek ji wan, sozên xwe bi cîh anîtine di wê rê de şehîd bûne canê xwe dane; hinek jî (şehîdîyê) disekinin. Ew bi tu şeklî (ji sozên xwe) venagerînin. (Ehzab 23)”
“Xwedê, ji kesên ku di nav we de îman anîtine û emelên salih kirine re we’d kirîye: ‘Ew ên berî wan çawa hikumran kiribe, wê wan jî li ser rûyê ‘erdê hikumran bike. Dînê ku ji bo wan hilbijartibû, wê ji wan re saxlem (qewîn) bike û ji piştî wê tirsa ku tê de bûn, wê wan bigihîne emîniyê.’ Lewra ew ji min tenê re îbadet dikin û qet bi tiştekî ji min re şirîkatîyê nakin. Êdî kî di piştî vîya înkar bike; ew ên fasiq ew in.” Dest pê kir û ji Xwedê re Hemd, Hezretî Muhammed re jî selat û selaman anî.
Gumuşê ku Huseyîn Velîogluyê ku di herdemê jîyana xwe de ji bona micadeleya Îslamê merheleyên cûda derbas kirîye û bi aktîfî xebat kirîye û vê ‘emrê xwe yê bereket di 17ê Çileya 2000an de bi şehadetî ya ku gelek daxwaz dikir û dixwest dawî kir, di salvegera 23yemîn a şehadeta rêber de bi rehmet û minnet yad kir, di peyama xwe de weha got:
“Ez di salvegera şehadeta rêberê damezrînerê cemaeta me Huseyîn Velîogluyê ku ji bona de’wa Îslamê; malbata xwe, malê xwe, milkê xwe û meqamê xwe nefikirî û ji canê xwe jî derbas bûye û şehadetê îdreq kirîye de, pêşî wî û dû re jî wan birayên xwe yên şehîd yên di berîya wî û piştê wî şehîd bûne û mînaka fedakarî, teslîmîyet, cesaret û îmanê ne bi hurmet û bi hesret yad dikim. Ji Xwedê Teala jî daxwaz dikim ku bira meqamê wan zêde bike, bereketa wan yê li ser rûyê erdê zêde bike, ji ev fedekarîya mezin bira ciwan-îxtîyar, zilam-pîrek, alim-‘ewam hemû kes nîmeta ku para wan ketîye bexş bike û ji her mu’minê ku bi îxlasî şehadetê dixwaze re jî şehadetê bike nisîb.
Di bernameyên ku di salvegera wî de tênê kirin de ev tê plankirin ku ew mesele tenê şexsê wî tesîrdar nekirîye, armanca qehremanên meseleyê, hedef, usul û şîretên vê meseleyê bira bê bîranîtin, ji mirovên dinê re bê bîranîtin û bira şopînerên ku di vê rê de ne rêya xwe winda nekin. Derd û armanca qehremanên cemaeta me yên him berîya 17ê Çileyê û piştî 17ê Çileyê tenê Îslam bû. Ji ber vê yekê îro tenê ew tiştên ku bên qalkirin, bên xeberdan, bên nivîsandin û bên xêzkirin xerîteya Îslam û Misilmanan e. Derheqê ev meseleyê de gelek mesele hene, lê ez çend meseleyên ku li şertên îro muhimtîrin û pêşevanîya wan hene dixwazim ku ji birayên xwe re bidim bîrkirin.
Bi îzna Xwedê wa hindik ma ku em bikevin nav sê mehan. Misilmaneke dawetvan, bi tevî bûyîna însaneke bi hereket û aksîyon divê ku bibe însaneke mutteqî û abid jî. Ji alîyekî ji ji bona ku hûn ji Xwedê re nêztir bibin bi nimêj, rojî, zikir, dua, tobe û îstîxfarê bixebitin ji alîyekî dinê jî bi dawet, alîkarî û fealîyetên îlmî di nav xelqê de bin, divê ku em hemû xweşikîyên Îslamê yên ku him ji seadeta dinya him jî ji seadeta axîretê re dibe wesîle pêşî di heyata xwe de bijîn dû re jî ev tiştê ji civakê re jî bidin jîyandin. Mixabin, em li gelek herêmên Îslamê mezlumtî, mehrumtî, birçîbûnî û feqîrîyê dibînin. Birayên me yên ku li wê derê ne bi alîkarîyên ku ji birayên wan yên dinyayê ji wan re tênê li pîya disekinin. Ji ber vê yekê, ji bona ku em sazîya zekatê li pîya bidin sekinandin divê ku xebata ku çi ji destê me were em wê xebatê bikin. Gerek hûn ji xebatên organîze yên ku ji bona zekatê teşwîqan dike û di vê armancê de tê tertîpkirin re bi çavê îbadetê binhêrin. Zekat; him ji kesên ku didin re minnet, him jî ji kesên ku digrin re nabe sedema fedîkirinê. Dayîn jî, teşwîqkirin jî wezîfe ye. Înşaallah hûnê mehên Recep, şeban û Remezanê bi nafîleyan îhya bikin û ji vê salê re jî bi menewîyeteke qewet dest pê bikin, heta ji sala dinê re jî hûnê ewakî bibin. Ev menewîyat bira hemû kesan bîne xîretê. Ji we her yek bira di beşa xwe de çi ji destê wê tê zêdetirê wî bike. Bira sala borî hesap bike. Ji wezîfeyên ku tê de sistîyê nîşan daye, berê xwe daye karên dinyayê û dibe ku li gorî nefsa xwe hereketê kirîye û wê karê xwe sist hêştîye re bira qerar bide ku bi çar destan xwe bi wan wezîfeyan bigre.
Rehetî û sistbûna Misilmanan, ji bona kafir û minafiqan cesaret e. Di dîrokê de dibe ku tu dem ji Îslam, Quran û Hezretî Pêxember eleyhîsselam re ew qas bi rehetî heqaret nehatîye kirin û nehatîye dîtin. Curetkirina ev heqaretên ku di welatên Îslamê de tênê kirin, mixabin encama rehetî û zexelbûna ku Misilman tê de ne ye. Dema ku hûn çiqas baş bixebitin, Rebbê me û Pêxemberê me bi heqî hîn bibin û bidin hînkirin; bi wê qasê xebatên xwe hûnê vereşandina kînê neyarên Îslamê asteng bikin.
Hûnê mizgeftan tijî bikin, hûnê bibin ehlê mizgeftê û hûnê mizgeftan xemgîn û xerab nehêlin. Gerek hûn dema ku me’zereteke we tinebe nimêjên xwe yên ferz li mizgeftan bi cemaetî bikin, nimêj li gorî wê demê ji ber hinek şertan wek êrîş, tirs, veguherîna şertên jîyanê di mal de dibe ku bê kirin, êdî ev dem demeke wisa bûye ku mirovên me di nimêjên Înê û terawîhan de diçin mizgeftan. Divê ku serê ‘ewil rojê pênç wext nimêj di mizgeftan de bê kirin û hûnê ev tiştê ji xwe re bikin kurm. Divê ku mizgeft ji bona ciwan û îxtîyaran heta ku tenduristîya wan rê dide û me’zereteke wan yê muhîm tinebe ji wan re bibe edresa sêyemîn. Edresa we yê yekemîn mala we, edresa we yê duyemîn dikan an jî dibistana we, edresa we yê sêyemîn jî gerek bibe mizgeft. Bi taybetî birayên me yên ciwan ew ê vê xîretê nîşan bidin. Hûnê cemaetê çêbikin û bi tevî mezinên xwe sef bigrin. Cîhên we yê xwendina kitêban, dayîna sohbetê û girtina dersan ew ê mizgeft bibe.
Sazîya “malbatê” yê ku em saz dikin û diparêzin yek ji xessasîyetên me yên pêşî ye. Malbata me ya ku em bi hezaran zehmetî saz dikin ketîye nav rewşeke wisa ku ger ji ber ze’fîyetên sedemên meddî ger jî ji ber sedemên manewî bi rehetî xera dibe. Ev rewş him di civakê de birînên mezin vedike him jî jîyana Îslamî ya civakê xera dike. Ev mesele meseleyeke ciddî ye ku divê em li ser bisekinin. Pêşî lazim e ku di malbatê de mêr û jin, minasebetên xwe bi qewet bikin, pirsgirêkên xwe herî kêm bikin û ji bona ku zarokên xwe di nav rewşeke baş û berfireh de perwerde bikin micadele bikin. Ji bona ev tiştê gerek pêşî malbata Hezretî Pêxember eleyhîsselam ji xwe re wek mînakek bigrin -ku li hesabê wan neyê jî- ji wê razî bibin. Wezîfeya duyemîn jî wezîfeya aliman, sosyologên Misilman, mamoste, psîkolog û psîkîyatrîstan e. Her yek di alîyê xwe de gerek di vê karê de serê xwe bêşînin, çareserîyan bibînin, werin cem hev û vana îstîşare bikin û ji bona islehê rêyekî çêbikin. Divê ku hemû kes wezîfeya ku bi wî dikeve bi cîh bîne. Divê ku birayên me û xuşkên me bira li malbatên ku zûdane bi hev re zewicandîne binhêrin û ji wan malbatên fedekarî, mihebbet, sedeqet, wefa, merhemet, îteet û misameheyên ku hene bira bikin nav malên xwe jî. Gerek hûn bibin malbeteke wisa ku însanên ku ji Îslamê dûr ketine, hetta neyartîyê ji Îslam û Misilmanan dikin re nîşan bidin ku malbeteke ku li gorî Îslamê jîyan dike çawa ji hev re dibin û kêfxweş in bibînin.
Dûrketina ji Îslamê gelek xerabîyan bi xwe re tîne, mixabin xwarin, vexwarin û kişandina tiryakê jî wek şobê belav bûye. Hûn hemûyan pêşî zarokên xwe û birayên xwe, dû re jî eqrebe û cîranên xwe kontrol bikin û wek ku kesekî bixwaze xwe li ser çîya bavêje xwarê û hûn jî wê kesê xelas dikin destê xwe yê alîkarîyê dirêjê wan bikin. Eleqeder bûna bi tiryakê ku di vê dema ku tê gotin bikaranîna tiryakê ketîye binê ‘emrê 9-10 salî de, wezîfeyeke we yê ku hûn bi wî re him bi ferdî him jî bi rêxistinî micadeleyê bikine.
Hûn birayên min û xuşkên min yên bi qîmet ên ku ji emir û nehyên Pêxember eleyhîsselam yê ku îsrafê men dike û Qurana ku fuzulîyê wek biratîya şeytan dihesibîne re bawerî tînin û ji bona ku ev jî hakim bibe micadeleyê dikin; luks û lazimatîyê, lazimatîya yekem û duyem-sêyem ji hev biqetînin. Tu dem bîrva nekin ku daxwazî û heyalên we yên ku ji îmkanên we zêdetir in, him xizmeta we, him malbata we, him jî înfaqên we dike nav talukeyê. Rebbê me di Qurana Mubîn de ji wan ‘ebdên xwe yên xes re weha dibêje, ‘Ew di tiştên ku xerc dikin de çi îsrefê dikin çi jî timayîyê dikin; di nav herduyan de rêyeke orte digrin’. Hûn jî ev wesfê biqefêlin û bi jîyanên xwe ji derdorê xwe re bibin mînakek.
Bi tu hereket, cil û berg, şekl û şemal û bertekên xwe wek neyarên Îslam û Misilmanan nebin. Hetta li wan birayên xwe yên ku hessasîyeta Îslamê winda kirine jî neçin. Di nav daîra Îslamê de sekin û hereketên we yên xes bira hebe. Hûn tev zanin ku em bi rehetî nehatine van rojan. Dema ku hûn vegerin li paş binhêrin, hûnê bibînin ku di ser de wexteke zêde derbas nebûye. Hê di demeke nêz de micadeleyên mezin hatin dayîn û gelek pirsgirêk û zehmetîyên mezin hatin kişandin. Hûn an jî bavê we, dayîkên we, apên we, birayên we gelek zehmetîyan kişandin. Roj hat mal hat dayîn, roj hat can hat dayîn, roj hat ewlat hat dayîn lê van tiştan me neqedand. Encax ger ku exlaqê me, cil û bergê me, rûniştin û rabûna me, xwarin û vexwarina me wek kafiran bibe an jî wek Misilmanên ku hessasîyetên wan yên Îslamî nemane bibe, ev tişt dema ku me xerab neke jî ew ê zarokên me û dû re jî nevîyên me biqedînin.
Dîsa ez di vê çarçoveyê de, dixwazim ku bal li ser hîcabê bikşînim. Qîzên me ji bona hîcabê gelek bedêlan dan. Hemd ji Rebbê min re ku niha rehetî heye encax niha jî em rûbirûyê pirsgirêka veguherîna hîcabê ne. Mixabin, dema ku hinekan ev tiştê li ser xwe çêdikin an jî li ser qîzên xwe çêdikin, haya wan ji ecêbî û xilafîya ku derketîyê holê çênebû. Rojên zehmet çi qas jî zor û bi keder be jî wek talukeya xefleta roja rehetîyê nabe. Ji ber vê yekê şîretên me yên li qîz û xuşkên me re ev e ku, bira her dem û li her derê xwe ji xelwet û nerînên heram biparêzin. Em bawerî bi kitêbeke ku ew kitêb ji me re derheqê xeberdayîna bi zilamekî xerîb re, dema ku bi rê de biçin hesabkirina dengê tiştên qîmet de jî ji me re îfade dike de tînin. Hûn ji derdorê xwe re nîşan bidin ku hûn van hemû tiştan diparêzin, eleqeya tetbîqkirina van emiran çi ji bona demekî û ji boan cîyekîye re tuneye, kê çi nehewce dibîne bira bibîne em ji tetbîqkirina emrên Rebbê xwe re herf bi herf îteetê dikin. Di jîyana civakê de ji civakê re di teqwa, edeb, heya û hîcabê de bibin mînak û bibin pêşeng.
Ji bona birayên me yên zilam jî di meseleyên edeb, heya, revîna li helwetê û parastina çavan ji heraman de tu ferqek tuneye. Divê ku hûn him xwe him jî xuşkên xwe ji gunehan biparêzin. Bi taybetî di cîhên xebatê yên ku aîdê we ne de an hûnê pîrekan nedin şixulandin an jî di cîhê xwe de ji çêbûna helwet û heraman re rê nedin û li gorî wê cîhên xwe çêbikin. Divê ku tu kes xwe pişta gotina ‘Di vê demê de encax ew qas dibe’ veşêr nede. Gerek hûn di meseleya parastina pîvana minasebetên pîrek-zilam û edeb yê ku unsureke herî muhîm yê civakeke Îslamî ya bi saxlem de xwedîyê cîheke bilind e xwedîyê hessasîyeteke mezin bibin.
Hinek detay hene ku jîyana civakî ji xerabûnîyê diparêze, qanûnên ahengê çêdike û jîyanê xweşiktir dike. Bi vê şeklê hinek detay hene ku ji aheng û karê rêxistinê re jî feydeya wê hene. Ji vana yek jî ev e ku mirov birayê xwe ji xwe re tercîh bike ye, xweşikayîyeke ku di wê de heye mirov divê wê xweşikayîyê bibîne û wek ku ew xweşikayî di wî de heye bihesibîne û wê teqdîr bike û xwedî li wî derkeve. Ji birayên me yên ku kê dibe bira bibe kareke xweşik çêkiribe an jî ji wê karê re wesîle bûbe, divê ku ew were teqdîr kirin û piştgirîkirin. Serfirazîya birayê me serfirazîya me ye. Hemd ji Xwedê re, xizmeta ku ji dînê re were kirin berfireh bûye û çesîdên wê zêde bûne. Dema ku ev seheyên xizmetê ji bona me bibe cîhê tenkîdê ew ê ji me re zehmet bibe, dema ku bibe sebeba teqdîr û şanazîyê ew ê bibe rehmet. Bîrva nekin! Ji her ‘emeleke xêrê yê ku birayekê me kiribe re em jî bi biratî hevpar in. Bi îzna Xwedê di demeke ewakî û wexteke ewakî de ji bona ku em mil didin hevdu û ji bona ku em ji de’wa Xwedê û dînê Xwedê re dixebitin û xizmetê dikin ew ê tev bi hev re di cennetên Xwedayê xwe de derkevin hizura wî. Alîkarîya ji birayên me re jî lê gerek em di vê alîkarîyê de karê xwe yê ‘eslî paşve nehêlin xweşikayî û fedekarîyeke. Hetta Misilmanekî an jî rêxistineke Îslamî yên ku dîyaloga me û îrtîbatê me bi wan re tineye, dema ku ji feydeya Îslam û Misilmanan re kareke xweşik bikin, divê ku em wan teqdîr bikin, ji wan re duayê bikin, di nav îmkanan de bi fi’îlî jî ji wan re alîkaîryê bikin lê em karên xwe yên ‘eslî paşve navêjin. Bi îzna Xwedê ew ê Rebbê me bi duayên me, bi gotinên me û bi hereketên me yên ku em ê bikin wê me ‘ezîz bike.
Digel hemû pirsgirêk û meseleyên xireb yên mezin ku bû 40 salan e zêde ye tê kişandin, îro cîh û sewîyeya ku em hatine, mêweyên fedekarî û îxlasa birayên me yên ku bi taybetî di salên 90îyan de û salên 2000an de hatine kirin in. Qabilîyetên birayên me yên ciwan piralî ye û aqilê wan jî tûj e. Ez ji wan ciwanan daxwaz dikim ku bira bi tevî fedekarî, teslîmîyet, xwedîderketin û îxlasa ku berê hatîye nîşandan bi zêderitî wan bi cî bînin û bira bi tevî ev xweşikayîyên xwe teqwîye bikin. Xortno! Hûn gotinên xelet yên ku derheqê we de tê gotin, ‘ciwanê roja me bêkontrol e. Çi gotinê mirovan gohdar dikin û çi jî îteatê dikin. Di bin kontrola hewesên xwe de ne’ bişkînin. Helbet ew ê fikr û gotinên we yên nû ew ê hebin. Hûnê vana îfade bikin, bi tecrûbeyên mezinên xwe re girê bidin, hûnê bi îstîşareyê pêşî di bêjinga wehyê û sinnetê û dû re jî di bêjinga eqlê de derbas bikin û dû re jî li gorî şert û mercên wextê binhêrin û feydeyê bidin. Bi îzna Xwedê ew ê zanyarîyên we, heyecanên we û çelengtîya we bi vê şeklê ew ê mêweyên zêde bide.
Birayên min û xuşkên min! Dibe ku hê haya we ji hinek tiştan tinebe lê hûn bi ev îxlas û fedekarîyên xwe bi tenê derdorê xwe yê nêz na, hûn zanibin ku hûn ji Misilmanên ku di erdnigarîyên cûda de dijîn re jî dibin mînak. Fedekarîya ku hûn dikin, hessasîyetên we yên Îslamî yê di jîyana we de û fikra mutedîl yê ku hûn xwedîyê wê fikrê ne dema ku tê bihîstandin, ji teref civakên berfireh ve hûnê bên mînak girtin.
Çawa ku em bi yekîtî û bi hevreyîya di nav xwe de re eleqeder in, hemd ji Xwedê re ku em bi ‘eynî şeklê bi wehdeta alema Îslamê re jî eleqeder in. Pirsgirêk pir in. Tê dîtin ku cûdayîyên mezhebî, meşrebî û fikrî yên ku dem bi dem di nav Misilmanan de diçe heta neyartîyê, Tekfîrcîtî jî xerabûneke mezin çêdike. Em bi alîkarîya Xwedayê xwe dûrketina van hemûyan û sekina li ser xêzeke wasat ji xwe re kirîye prensîb. Bi vê wesîleyê dibêjin ku em ji hemû cemaet, kom û şexs yên ku Misilmanin û ehlê qîbleyê ne re ji bona dîyalogê vekirîne û di her firsedê de ev gotina xwe didomînin. Hemû kesên ku me naskirine semîmîyeta me ya di vê meseleyê de dibînin û dibînin ku em ji pêşbiryarê dûr in û bi hîssên biratîyê hereketê dikin. Hinek fealîyetên me yên ku ji bona dîyaloga ku di navbera Misilmanan de ye bê pêşvebirin û bê qewetkirin jî hene. Em plan dikin ku van fealîyetên xwe zêdetir berfireh bikin. Çawa ku em di ev meseleyê de di nav xebatekê de ne ji hemû alim, rêber û kesên ku di vê meseleyê de hessas in re jî bang dikin ku bira xebatên berfireh bikin. Em ji li vir îlan dikin ku em ji hemû xebatên “wehdet” re ku ji kê tê bira were hemû dawetên ku unsurên ummetê bînin cem hev re ji bona îcabetê amade ne.
De’waya Mescîdî Eqsayê wek her demî dîsa di rojeva me ya serî de ye. Em cardin îfade dikin û didomînin ku em wek ku ji birayên xwe yên Filistînê re duayê dikin, ji bona ku hebûna rejîma sîyonîst li ser axên Filistînê rabikin ji hemû alîkarî û piştgirîyê re amade ne.
Divê ku em tu dem firsedê nedin ku bira Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê ji ber bêkesî û feqîrtîyê winda bike. Ji bona vê gerek em hemû Misilmanan zorê bidin îmkanên xwe. Gerek em bê hesab û bê kitêb, li ku derê dinyayê dibe bira bibe, ji her milletî mu’minên mezlum û mistez’ef re destê xwe dirêj bikin û wan ji cîhê ku ketine xwarê rabikin, ji bona vê jî di nav îmkanên xwe de ji wan re alîkarbin û ev tiştê jî ji xwe re bikin armanc. Divê ku em hişyar bin. Divê ku em ji ziman û usluba neyarên Îslamê yên derheqê Misilman û rêxistineke Misilmanan de dibêjin xwe dûr bixin. Divê ku neyarên Îslamê ji gotinên me îstîfade nekin.
Bi hemû van daxwazîyan; di serî de rêberê me Huseyîn Velîoglu û hemû şehîdên me yên ku em bawer dikin tê gotin ji wan re nebêjin ew mirîne ew dijîn û xwezî ji meqamên wan re tînin cardin bi hesret yad dikin, ji Xwedayê xwe bi hurmeta canê ku ew dane daxwazîya piştgirîya alîkarî û rehmê dikin. Emanetê Xwedê bin.
Birayê we Edîp Gumuş (ÎLKHA)