Mudirê Şubeya Micadeleya bi Narkotîkê ya Mudirtîya Ewlehîya Heratê Heyatullah Ruhanî Derheqê bûyerê de daxuyanîyek da û ev agahîyê da ku ew ji destpêka sermayê heta vir ve 45 kesên ku bendewarê tiryakê ne canê xwe ji dest dane û derheqê kesên ku di kolanan de dijîn de qerara komkirinê girtin.

Ruhanî, îfade kir ku di roja dawîn de 3 hezar û 500 bendewarê tiryakê ji kolanan hatin komkirin û ji navenda rehabîlîtasyonê re hatin şîyandin.

Tê texmînkirin ku li rojavayê welat nêzê 70 hezar mirovên bendewarê tiryakê ne dijîn. (ÎLKHA)