Ramanli di daxuyanîyê de derheqê zêdekirina zilm û êrîşa rejîma îşxalker û teqînên li Efxenistanê de axivî.

Siyonîstan dozên îşxalê û qirkirinê zêde kirin

Ramanli bal kişand ser vê yekê ku Netanyahu û hevkarên wî yên ku di serdema serokwezîrtiya xwe da li dijî Filistîniyan bêhejmar qetlîaman kirin, di heyama nû da dozên êrîşan zêde kirin û weha got, "Berî her tiştî qanûna îşxalkeriyê ya ku destûrê dide. Bi bêdengî û gav bi gav îlheqkirina Şerîaya Rojava di parlementoya bi navê de hat qebûlkirin û ala Filistînê li herêmên Filistînê hat qedexekirin. Her ku roj bi roj pîvana zulm û qirkirinê zêde dibe, bêdengiya Mislimanan kûrtir dibe û meseleya Filistînê jî nayê rojevê.”

Ramanli di berdeawma axavtina xwe de weha got, “Mixabin siyonîstên ku êrîşî pîroziya Mescida Eqsayê ku qibleya ewil a Mislimanan e kirin, bi saya piştgiriya welatên herêmê vegera xwe ya herî xurt dijîn. Divê êdî raya giştî ya Misliman li hemberî vê bêdengiya şermokî ya rêveberiyan û îtîfaqa wan a bi sîyonîstan re hereketê bike. Divê rêvebirî bi siyonîstan re têkilî qut bikin û bi awayekî aktîf piştgirîya berxwedanê bê kirin. Heta ku ev vîrusa ku ji orta axên Îslamê derketiye neyê sekinandin, ne mimkûn e ku herêm ji kaosê xilas bibe. Divê welatên herêmê bi taybetî jî Tirkiye hemû têkiliyên xwe yên bi siyonîstan re biqedînin û dest ji qanûnîkirina îşxalîyê berdin."

Teqîna Efxanistanê û serdana alim

Ramanli bi bîr xist ku hefteya borî li Kabîla paytexta Efxenistanê li nêzî avahiya Wezareta Karên Derve û balyozxaneyê êrîşeke hovane pêk hat û ji bo kesên canê xwe ji dest dane rehma Xwedê û ji birîndaran re jî şifaya xêrê xwest. Ramanli weha got, “Em sersaxiyê û şîna xwe ji malbatên şehîdan û gelê Efxanistanê re dişînin. Hêviya me ew e ku dawî li van êrîşan bê û li Efxenistana ku 40 sal in şer û pevçûn lê berdewam dike, aştî û aramî pêk were.”

Ramanli îfade kir ku di rojên vê êrîşê de heyetek ji Yekitiya Alimên Misliman a Cîhanê serdana Efxanistanê kir û weha got, “Alimên ku bi gelek rayedarên payebilind ên Emîrtîyê re hevdîtin kirin bang li welatên Îslamê kirin ku Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê nas bikin û piştgirî bidin wan. Li Efxenistana ku 500 hezar zarok sêwî ne, 80 hezar jin jinebî ne, 150 hezar kes astengdar in û nêzî 10 mîlyon mirov neçar in koç bikin, mimkun e ku bi hevkariya herêmî di demek kin de pirsgirêkan bi dawî bikin û aştî û aramiyê di zûtirîn dem de pêk bînin. Em bang li welatên Îslamê dikin ku ji bo ku Efxenistan li ser lingan bisekine dest bi hereketê bikin." (ÎLKHA)