Li bejahiya gundê Nêrgizlî ya Navçeya Şîrwanê, qamyona şîrketa lêgerîna neftê (TPO) qamyonek ji ber sedema ku şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir ji ser zinareke 200 metreyî ya bilind ket xwarê.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên AFAD, UMKE, îtfaiye, tenduristî û cendirme hatin seqwkirin. Ekîbên ku gihaştin cîhê bûyerê dest bi xebatê kirin.

Ajokar Halîl O. piştî xebateke bi qasî 8 saetan ji qamyoneta ku tê de asê mabû hat derxistin û cenazeyê wî birin Morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Sêrtê. (ÎLKHA)