Ciwanên Filistînî yên ku helwesta êrîşkar a siyonîstên îşxalker ên li hemberî Filistîniyan tehemûl nakin, bê navber çalakiyên xwe didomînin.

Li gorî rapora ku ji aliyê Navenda Ragihandinê ya Filistînê ve hatiye amadekirin, beriya amadekirina raporê di nava 24 saetan de li herêmên cuda yên Şerîeya Rojava ya li Qudsê 16 çalakiyên berxwedanê hatin lidarxistin.

Di destpêka çalakiyên ku li El-Xelîl, Nablus, Kalkiye, Qelandiye, Beytlehem, Cenîn û herêma Sîlvan a Qudsê hatin lidarxistin de, ji bo pêşîgirtina li êrîşên şênîyên îşxalker û hevkarên wan siyonîstên îşxalker, çalakî tên lidarxistin.

Li hinek herêmên ku çalakiyên berxwedanê lê dihatin kirin, kevir avêtin û çek hatin dîtin, li El-Xelîl, Kalkylya û Nablusê jî teqemenî hatin bikaranîn. (ÎLKHA)