Di daxuyanîya ku ji teref Komîtîya Tehqîqata Rûsyayê ve hat belavkirin de, hat diyarkirin ku li Herêma Otonom a Nenetsayê balafireke ji tîpa Antonov An-2yê ket xwarê.
Hat îfadekirin ku di encama qezayê de 2 kes canê xwe ji dest dan, 10 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin ku balafir ji Naryan-Marê ji bona ku biçe Karatayka û Varandeîyeyê firîyaye. (ÎLKHA)