Bal hat kişandin ku ev sirgûn du roj piştî zîyareta Itamar Ben-Gvir ku li Girtîgeha Nefhayê kiribû pêk hat.

Ben-Gvir, du roj berê Girtîgeha Nefhayê zîyaret kiribû û herêmên nû yên ku di girtîgehê de hatine vekirin gerîya.

Ben-Gvirê ku derheqê şertên jiyana êsîrên Filistînîyan de agahîyan girt, telîmat dabû ku li dijî êsîran mueyyîdeyên cezayê bên destpêkirin.

Di daxuyanîya ku piştî zîyaretê da de weha gotibû, “Ew ê qatilên Cihûyîyan xwedîyê şertên baş yên gorî wek berê nebin.” Û îfade kiribû ku ew ê bi xwe bi mueyyîdeyên ku ji Filistînîyan re bê kirin re eleqeder bibe.

Bi tevî ev qerarê, Tevgera Êsîrên Filistînî jî, li hember mueyyîdeyên ku wê bên kirin di zindanên îşxalkeran de temamî seferbertîyek îlan kiribû.

Tevger diyar kir ku ew ê li hember faşîstî û zordestîya îşxalkeran berxwedanê bikin û di bin ala Filistînê de bibin yek. (ÎLKHA)