Qeza, li çarrêya Herêma Senayîya Organîze ya 4emîn ku li ser rêya Semsûr-Entabê ye pêk hat.

Di encama qezayê de serwîsa karkeran a ku erebe lê xistibû qulipî û ji karkeran jî 2 jê giran 9 kes birîndar bûn.

Karkerên birîndar bi ambûlansên ku ji cîhê qezayê re hatibûn sewqkirin ve hatin rakirin nexweşxaneyan. (ÎLKHA)