Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Meksîkayê du trên li ser xeta 3yemîn a metroya Mexîco Cîtyê li hev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de kesek mir û 57 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê û derheqê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)