Qeza li ser Pira Fatîh Sultan Mehmet li derketina beşa Kavacikê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin 6 wesayîtên ku navê ajokarê wan û plaqeya wan nehat hînbûn ji ber sedemeke ku nayê zanîn li hev qelibîn.

Di encama qezayê de 6 kes birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexwşexanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)