Çalakîkerên ku ji pêvajoya normalbûyîna bi navbeynkarîya Rûsyayê tê kirin re bertek nîşan didin, siloganên ku ew bi rejîma Sûrîyeyê re lihevnekin avêtin.

Hat destnîşankirin ku potesto li bajarok û gundên Reqqa, Heleb û Îdlîbê hatine kirin.

Di daxuyanîya ku ji teref platforma “Artêşa Sûrîyeyê ya Azad” ve hat belavkirin de jî weha hat gotin, “Tirkîye dengê me bihîse: Emê bimirin, aştîyê nekin.”

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar der barê hevdîtina sêalî ya ku li Moskovayê di navbera wezîrên berevaniyê û serokên îstîxbaratê hat lidarxistin de weha got, "Ne mimkûn e ku em li dijî birayên xwe yên Sûriyeyî yên li Tirkiye û Sûriyeyê dijîn tiştekî bikin. Em tu carî nebûn û dê nebin jî tevgerek ku wan bixe tengasiyê. Divê her kes vê bizane û li gorî wê tevbigere.” (ÎLKHA)