Rejîma îşxalker, êrîşî kampa miltecîyan a Akabat Jabrê ya ku li bajara Erihaya Şerîaya Rojavayê ye kir.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîya Filistînê ve hat belavkirin de, hat ragihandin ku di dema êrîşê de zarokekî 16 salî yê bi navê Rayan Abu Rish, gule li serê wî ket û giran birîndar bû.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku zarok ji bona ku bê emelîyatkirin sewqê Ramallahê hat kirin.

Rayan Abu Rish li nexweşxaneyê digel temamê midexeleyan şehîd ket.

Kesên ku bûyerê dîtin diyar kirin ku bavê zarokê jî di dema êrîşê de ji teref îşxalkeran ve hat desteserkirin. (ÎLKHA)