Qeymeqamiya Nisêbînê li ser dîmenên ku ji aliyê kameraya ewlehiyê ya kargeheke li Kolana Dîcle Taxa Canê ve hatin kişandin û li ser medyaya civakî hatin parvekirin û tê dîtin ku hinek polês li 2 kesan xistine daxuyani da.

Tê îddîakirin ku polês, dema ku li welatîyan dixe derheqê cilê wan de dibêje ‘cilekî dinê tinebû ku hûn li xwe bikin’, ku ew ciwanan jî cilên herêmê li xwe kiribûn.

Di daxuyaniya li ser hesabê medyaya civakî ya qeymeqamtiyê da hat dayîn de weha hat gotin, "Di derbarê dîmenên ku di hinek medyaya civakî û saziyên çapemeniyê da hatin weşandin de tehqîqata edlî û îdarî hat destpêkirin." (ÎLKHA)