Di 24 saetên dawî de endamên DAIŞê êrîşî baregeheke leşkerî ya hêzên rejîma Sûriyeyê li çola Palmîra, bîreke petrolê li Dêrezorê û baregeheke hêzên berevaniyê yên li başûrê welat kirin.

Hate ragihandin ku di van êrîşan de 12 karkerên zeviyên petrolê, 5 endamên hêzên rejîmê û 5 endamên hêzên parastinê jî di nav de 22 kes hatine kuştin. (ÎLKHA)