Bûyer, li herêma Kurrama wîlayeta Heyber-Pextunvayê pêk hat.

Ji teref artêşa Pakistanê ve hat daxuyandin ku di navbera leşkeran û komeke çekdar de pevçûn pêk hat.

Di encama pevçûnê de 3 leşker canê xwe ji dest dan, 2 êrîşdar jî hatin kuştin.

Di dawîya daxuyanîyê de hat îfadekirin ku, piştî pevçûnê, gelek cebilxane û çekên aîdê êrîşdaran jî hatin bidestxistin. (ÎLKHA)