Qeza li navçeya Altindaga Enqereyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di encama li hevqelibîna 2 wesayîtên bi plaqeya 06 BGK 212 û 06 FA 3696 de 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxaneyê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)