Bûyer, li Taxa Veysel Karanî ya li navenda Sêrtê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin, pîrekeke bi navê A.S., dema ku camên pacêya xwe paqij dike hevsengîya xwe winda dike û ji qata 7emîn dikeve xwarê.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin. Pîreka birîndar ji teref ekîbên tenduristîyê ve bi ambûlansan hat rakirin Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Sêrtê.

Hat hînbûn ku derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)