Li gorî daxuyanîya ku ji teref Komîtîya Karên Êsîran ve hat belavkirin, rejîma îşxalker, xeyn îşkence û zilmên ku ji zarokên ‘emrên wan di bin 14 salî de ne re dike, dem bi dem ji wan re cezaya hefsê ya malê jî dide.

Li gorî vê, dema ku dadgehekî îşxalkeran ji zarokekî re dozekî veke, heta ku ew doz bi encam bibe ew zarok di malê de dikeve hefsê.

Ji zarokên ku di malê de hefsê dijîn re kelepçeya elektronîk jî li destê wan tê xistin. Carna jî bi tevî malbatên wan ji wan re îzîn tê dayîn ku ji xwe re biçin dibistanê an jî biçin nexweşxaneyê.

Malbatên zarokan jî ji bona ku cezaya hefsa malê bê rakirin mecbûr dimînin ku pereyeke zêde bidin îşxalkeran.

Dadgeha îşxalkeran, carna jî ji zarokan re ceza dide ku ji wê bajarê dernekevin derve.

Cemîyeta Êsîrên Filistînê, di daxuyanîya xwe ya ku di 19ê Mijdarê de belav kiribû de weha gotibû, îşxalkeran ji sala 2015an vir ve ji 9 hezar û 300î zêdetir zarokên ku ‘emrên wan di bin 18 salî de ne êsîr girtibû. Cemîyeta Êsîran, bal kişandibû ku rejîma îşxalker di sala 2022yan de jî 750 zarokên Filistînî êsîr girtibû. (ÎLKHA)