Di encama êrîşa ku li Quetta û Kohluyê pêk hatin de 5 kes canê xwe ji dest dan 10 kes jî birîndar bûn.

Di teqîna ku li nêzê qereqola Quettayê pêk hat de, 4 kes birîndar bûn, di teqîna ku li Kohluyê pêk hat de jî 5 kes canê xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn.

Rayedaran, îfade kirin ku di êrîşa ku li Kohluyê hat kirin de bombeyeke ku bi desta hatîye çêkirin hatîye teqandin, rewşa 5 birîndaran jî giran e.

Tehqîqatên ku derheqê teqînan de hatine destpêkirin hêj didome, lê hêj ti kes xwedî li êrîşê derneket. (ÎLKHA)