Yapicioglu ji bona ku hinek zîyaretan bike çû Kinikanê, li bajêr dinakdarên ku li ser Ceddeya Dr. Ahmet Alkanê ne zîyaret kir.

Yapiciogluyê ku ji teref dikandaran ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin, ji welatîyan re derheqê aborî û meseleyên rojevê de pirsan pirsî. Yapiciogluyê ku pirs û pirsgirêkên dikandaran gohdar kir, derheqê meseleyan de nerîna partîya xwe îfade kir.

Zekerîya Yapiciogluyê ku di dema zîyaretê de leqayê pîrekeke 32 salî bû, qala projeyên xwe yên ku ew dibêjin bila pîrekên ku 25 sal zewicandî mane bibin emekdar kir. Pîreka ku ev projeyê bihîst û diyar kir ku ew ev projeyê ji dil û can daxwaz dike, ji Yapicioglu re sipasîyan kir. (ÎLKHA)