Qeza, li herêma Nonîya wîlayeta Manîpurê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya welêt hatine bidestxistin, otobûsa dibistanekî dema ku di rêya çîya de derbas dibû şofêrê otobûsê di vîrajê de nikaribû derbas bibe û qelibî.

Di encama qezayê de herî kêm 7 xwendekar canê xwe ji dest dan, 20 xwendekar jî birîndar bûn.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)