Bûyer li gundê Qazî ya Agiriyê pêk hat. Li gor îddîayan dizan pêşî kûçikê li baxçeyê bi dermanan xewrandin û paşê jî 9 çêlekên avis dizîn.
Alaeddîn Akdenîz danê sibê dema dît ku dewarên wî hatine dizîn, gazî ekîbên cendirmeyan kir û gilî kir.
Ekîbên cendirmeyan der barê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin û ji bo ku diz bên qefaltin operasyon dan destpêkirin.
Akdenîz da zanîn ku bihayê çêlekan nêzî 300 hezar TL ye û bûyer nîvê şevê pêk hatiye. (ÎLKHA)