Li bajara Xuzdara wîlayeta Belucistana Pakistanê êrîşeke bombeyî hat kirin.

Di encama êrîşê de 3 jê zarok bi tevahî 13 kes birîndar bûn. Hat destnîşankirin ku rewşa 2 birîndaran giran e.

Polês, ragihand ku êrîş bi bombeya ku ji berê ve hatibû kirin nav motorbisiqletê pêk hatîye. (ÎLKHA)