Ji bilî Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu her wisa endamên damezrîner ên partîyê, akademîsyen, temsîlkarên STKyan û gelek zêde endamên partîyê beşdarî bernameya pîrozbahîyê bûn.

Bernameya ku pêşkêşvantîya wê ji teref Mustafa Tufan ve tê kirin bi tîlaweta Qurana Kerîm a Omer Akgul dest pê kir.

Ew ê di bernameya pîrozbahîyê de bi dorê Serokê Şaxên Ciwanan ê HUDA PARê Hamdullah Er, Endamê Lijneya Giştî yê HUDA PARê û Temsîlkarê Hewlêrê Evdissemed Yalçin, Endama Lijneya Giştî ya HUDA PARê û Seroka Şaxê Jinan  Aynur Sulun û Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu axavtinê bikin.

Ew ê bername bi diaya ku dê bê kirin bi dawî bibe.(ÎLKHA)