Balafireke aîdê Hawaiian Airlinesê, ji bona ku biçe Honoluluyê ji Arîzonayê bi rê ket.

Balafir, dema ku 30 deqîqe mabû ku xwe deyne xwarê ket nav turbulanseke tund.

Hat destnîşankirin ku ji ber turbulansê 36 rêwî birîndar bûn.

Hat îfadekirin ku rewşa 11 birîndaran giran e. (ÎLKHA)