Bûyer li Vaughan a bakurê Torontoyê di apartmanekê de qewimî.

Li gorî medyaya welêt, çekdarekî ku derbasî apartmanê bû, 5 kes kuştin û kesek jî birîndar kir.

Polîsên ku piştî bûyerê sewqî herêmê hatin kirin, êrîşkar gulebaran kirin û wê kuştin.

Sedema êrîşê hêj nayê zanîn. (ÎLKHA)