Li Kendava Taylandê keştîyeke herbê ya aîdê Fîloya Taylandê bin av bû.

75 leşkerên ku di nav keştîya ku di seatên serê sibê de bin av bûbû de bûn hatin xelaskirin, 31 leşker jî hêj di bin avê da ne û xebatên ji bo ku bên xelaskirin jî hêj didome.

Xeyn ji keştîyên lêgerîn û xelaskirinê helîkopter jî beşdarî xebatê bûn. (ÎLKHA)