Berî vê du mehan li nêzî bajara Zerzîsê keleka ku koçber tê de bûn binav bûbû û gelek koçberên ku kesên Filistînî jî di nav wan de bûn canê xwe ji dest dabûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin cenazeyên 8 Filistînîyên ku berî vê du mehan li nêzî Tunusê di behrê de xeniqîbûn hat anîn Xazzeyê. Ji bo Filistînîyên ku cenazeyên wan hat anîn merasîma pêşwazîkirinê hat tertîpkirin û dû re bi beşdarbûna gelek kesan hatin definkirin.(ÎLKHA)