Êrîş li Nablusa bajara Şerîaya Rojava pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin siyonistên îşxalker êrîş birin li ser du birayên bi navê Muhammed Mutayr û Muhenned Mutayr ên ku tekela wesayîta wan teqîya bû û hewl didan tekelê tamîr bikin.

Di encama êrîşa ku hat kirin de Muhammed Mutayr û Muhenned Mutayr şehîd bûn.

Hazim Qasimê Berdevkê HAMASê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir û êrîşa ku hatiye kirin şermezar kir. Qasim di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ew ê ev êrîşên siyonistên îşxalker berdewam dikin ku ji ber vê yekê em banga parastinê li Filistînîyan dikin.(ÎLKHA)