Bûyer li Tunela Salangê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Berdevkê Wezareta Avadanîyê Hamîdullah Musbah destnîşan kir, ji ber arizayeke teknîkî di tankêra neftê de şewat derket û dû re tankêr teqîya.

Tê diyarkirin di encama teqînê de 9 kesan canê xwe ji dest dan û 30 kes jî birîndar bûn.

Tê tirsîn ku hejmara mirîyan zêde bibe.(ÎLKHA)