Heqê ceyrana mizgeft û îbadetxaneyan ji teref dewletê ve tê dayîn. Lê belê dewlet bes heqê ronîkirinê dide û heqê ceyrana  hênikkirin û germkirinê ji teref cemaata camîyan ve tê dayîn.

Li Diyarberê ceyrana zêdetirî 10 camîyên ku heqê ceyranê ji teref cemaata camîyan ve nikaribû bê berhevkirin, bi hinceta ku heqê ceyranê nehatiye dayîn ji teref Dîcle EDAŞê ve hat qutkirin.

Di nav camîyên ku ceyrana wan hat qutkirin de camîyên dîrokî yên mîna Salos, Xanzade, Şêx Ûsif jî hene.(ÎLKHA)