Têkilî bi balafira şer a Hêza Esmanî ya Îtalyayê re ku doh piştî nîvro piştî firîna perwerdehiyê vedigeriya baregeha xwe ya li balafirgeha Trapanî Bîrgî ya girava Sîcîlyayê qut bû.
Hat diyarkirin ku balafir 8 mîl li başûrê rojhilatê baregeha hewayî ketiye behrê û li herêma mijara gotinê demildest xebatên lêgerîn û xilaskirinê hatin destpêkirin.
Hat ragihandin ku balafira şer a piralî ya Eurofighter Typhoon ji ber sedemeke ku nayê zanîn ketiye xwarê. (ÎLKHA)