Bûyer li navçeya Korkuta Mûşê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber lehevnekirina erdan di navbara du malbatan de nîqaş dest pê kir û piştî demekê jî nîqaş bû pevçûna bi kêr. Di encama bûyera ku rû da de kesek mir û 5 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)