Serokê departmana karên xêrê yê li Xezzeyê Îsmaîl Berhûm, ji radyoyeke mehellî re got ku proje dê vegerandina malên malbatên feqîr, zewaca ciwanan, û piştgirî ji komên xizan û feqîrê bicîbigre.

Berhûm da zanîn ku di 35emîn salvegera tevgerê de ew ê 4 hezar dolar alîkariya 100 zavayan bikin û ji bona her malekê bi 5 hezar dolarî 100 xaniyan restore bikin wê bixebitin.

Di heman demê de Berhûm diyar kir ku wê banê 200 xaniyên xizan ên mihtac bi yekcarî bên guhertin û wiha got: "Em xizmeta gelê xwe dikin da ku hest bikin ku HAMAS di her warî de û di her warî de piştgiriya gelê xwe dike. û ji bo xurtkirina ruhê berxwedanê yê gel piştgirî dide wan." (ÎLKHA)