Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin erebeya bi plaqeya 44 AAF 747 yê ku di bin kontrola O.Ç. de bû û li ser Ceddeya Yuceyê li erebeya bi plaqeya 44 T 1201 yê ku di kontrola R.A. de bû qelibî. Di encama qezayê de herdu şofêr û rêwîyeke ku di nav erebeyê de bû birîndar bûn.

Ji cihê bûyerê re ekîbên tenduristîyê, polês û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê.

Hat diyarkirin ku rewşa M.A. yê rêwîyê erebeyê giran e.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)