Leşkerên rejîma îşxalker a sîyonîst, li bajara Ramallaha Şerîaya Rojava Filistînîyekî şehîd kir, 3 Filistînîyan jî birîndar kir.

Hat destnîşankirin ji 3 Filistînîyên ku di êrîşê de birîndar bûne 2yê wan hatin rakirin nexweşxaneyê, rewşa birîndarekî giran e.

Hejmarê Filistînîyên ku di êrîşên rejîma îşxalkeran de şehîd bûne derket 5 kesan.

Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê, daxuyand ku ji serê salê vir ve hejmarê Filistînîyên ku ji teref îşxalkeran ve hatine şehîdkirin 52yê wan ji Xezzeyê, 165ê wan li Şerîaya Rojava bi tevahî derket 217 kesan. (ÎLKHA)