Berdevkê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê Zebîhullah Mucahîd di daxuyaniyekê de ragihand ku îdamkirina qatilê ku li Heratê kesek kuşt, li parêzgeha Ferahê hatiye pêkanîn.

Mucahîd da zanîn ku qerara îdamkirina kujer piştî dadgehê ji rêberê Îmaratî Hibetullah Axundzade û alema re hatiye şandin û qebûl kiriye, Mucahîd destnîşan kir ku îdam bi beşdariya rayedaran hatiye kirin. (ÎLKHA)